26 Mart 2020 Perşembe

Kurteçîroka Cembelî û Binefşa Narîn


Cembelî kurê mîrê Hekariyan e. Rojekê dertê nêçîrê, dibîne ku siwarek li hemberî sed siwaran şer dike. Ew siwarê bi tena serê xwe li hemberî sed siwaran şer dike birayê Binefşa Narîn e. Dewrêş Begê not salî xwestiye ku bi Binefşa Narîn a çardeh salî re bizewice lê Binefşa Narîn û birayên wê nexwestine û ji bo Dewrêş Beg bi qotekî Binefşa Narîn neyîne konê xwe bar kirine û ji wir reviyane. Dewrêş Beg û sed siwarên xwe êrîşî wan kirine, sê birayên Binefşê kuştine û maye yek. Cembelî vê neheqiyê napejirîne û alîkariya malbata Binefşa Narîn dike. Cembelî, Dewrêş Beg û siwarên wî perîşan dike, Dewrêş Beg mecbur dimîne xwe vedikişîne. Cembelî û Binefş li wir dil dikevine hev, wan li wir nîşan dikin. Cembelî ji bo haziriya xwe vedigere Hekariyê. Haziriya xwe dike û xizmetkarên xwe dişîne da ku Binefşa Narîn bînin lê gava xizmetkar diçine ba konê mala bavê Binefşê dibînin ku Dewrêş Beg bav û birayê Binefşê kuştiye û Binefşa Narîn revandiye. Dewrêş Beg bi qotekî bi Binefşê re dizewice, zarokekî wan çêdibe, Binefşê navê wî Cembelî dîtîne. Cembeliyê kurê mîrê Hekariyan dev ji mal û milkê xwe berdide dibe terkeserê dinyayê heya ku rojekê dibe şivanê mala Dewrêş Beg. Binefş fehm dike ku Cembelî bûye şivanê wan. Hev dibînin û demek şûn de direvin tên Hekariyê û bi hev re dijîn.

Çavkanî: Îbrahîm Tarduş, Kovara JMS, cilt:3, hejmar:1, sal:2018, rûpel:67.

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qede...