19 Aralık 2019 Perşembe

Reng Esmerê - Mihemed Şêxo

Were were ling min rûne Dilê'm kul e bikewîne Eger rojê ez te nebînim Hemî dema li min girîn e Were were reng esmerê Wey kulîlka li pencerê Şev û rojê di xeyalê de Dil û hinav hatin derê way Were were çavên belek Wey xwedana birça belek Tu bi Xwedêkî ji nik min neçe Kulê dilêm bûne gellek

Nêrgiz - Gelêrî

Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, Nêrgizê narê ciwanê, Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, sorgulê bêrîvanê, Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, sorgulê bêrîvanê... Nêrgiza serê çiya, Nêrgizê narê ciwanê, Delal û berf û giya, sorgulê bêrîvanê, Nêrgiza serê çiya, Nêrgizê narê ciwanê, Delal û berf û giya, sorgulê bêrîvanê... Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, Nêrgizê narê ciwanê, Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, sorgulê bêrîvanê, Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, sorgulê bêrîvanê... Nêrgiza kofî berfîn, Nêrgizê narê ciwanê, Me dil agir û evîn, sorgulê bêrîvanê. Nêrgiza kofî berfîn, Nêrgizê narê ciwanê, Me dil agir û evîn, sorgulê bêrîvanê...

9 Aralık 2019 Pazartesi

XAÇIRÊK - Mem ARARAT

Evîn xaçirêkek teng e li Botan Keziyek e, difire li vî wara Dile min bû kevokeke li Gabarê Xwezî zimanê rê heba û bigota Kî û kê pişta xwe sipart van zinara Ev evîn wê min jî bibe goristanê Konê penaberiyê li pişta min û te heval Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can Dayîk êdî çiya ye, çiyayê bi dar. Ew rêça ku dirêj dibe li Nisêbînê Tasek ava sipî vexwar ji dil û can Xwedê zane ev ewr ewê bi ser me de bigirî Xwezî basikê min heba û biçûma Min deste xwe dirêj kira heta tavê Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê.



1 Aralık 2019 Pazar

Seîd Yûsif - Çava kil ke

Çava kil ke xemil û xêl (iy)a xwe girêde keça delal Were dilê min derman bik Te derb lêda û bêje menal Were were .... 'Z xewa nakim ji kul û van keder e Nayêm nayêm dil derman nakim Wez ne tixtor im ez birîndara rakim Keçê 'z mirim te bi xwe li min rakir ferman e û dil şewitî. Were bi min ve dîtina te ji min re derman e û tu nalebitî Keçê te baskê min jêkirin mam bê mefer Ez kor bûm min da ser şopa te û nîne veger Lawo xuya ye ku derdê te pir giran in Wez jî bi xwe dizanim ku awirê min bi êş û jan in Dem û dewran ez xapandim dilê'm' carek li dû te meşî Te'z kirim wek kerr û gêjan kul bûn barek min nedît xweşî Te'z xistim agir de nikarim xwe derînim Dibakim tu nayêyî wez nikarim te bînim Xortê hêja menale rih te'd nema Te çi ji min divê ser sera va li ber te ma

Seîd Yûsif - Oy Felek

Oy felek ji boy çi te ez hiştim ji hevalan Emrê min çardeh e ez xuya dikim mîna kalan Carek bi tenê mirada min wey felekê te bi cîh ne anî
Ê ne ji kul û ji derda ev dilê min her dinale
Oy felek oy felek oy felek… Oy felek ji boy çi mirada min te bi cîh ne anî Maldarî ji ba min çû feqîrîyê li cem min danî Wa hevalan ez bîr kirim teva pişta xwe didan min Wa xudîya bi carekê ez firotim bi erzanî Oy felek oy felek oy felek...

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qede...