Kan madena sidq û Sefa?
Kan etaya cûd û sexa?
Behra kerem kanê wefa?
Kanê Muhemmed Mistefa?
Kanê gelo şahê letîf?
Kan qameta şubhê elîf?
Mesken di nêv rewda şerîf?
Kanê Muhemmed Mistefa?
Kanê gelo şahê Ereb?
Kan hakimê esl û neseb?
Mucîz ji bo pirr bûn eceb?
Kanê Muhemmed Mistefa?
Mucîz ji bo pirr bûn gelek
Heftê asîman hem neh felek
Xadim ji bo wî bûn gellek
Kanê Muhemmed Mistefa?
Xadim ji bo wî Cebraîl
Mensûx kirin Tewrat û Încîl
Mesken ji bo wî selsebîl
Kanê Muhemmed Mistefa?
Bi wehy û xwandin lamekan
Telîm di Fûrqanê heman
Bê herf û elfaz û ziman
Kanê Muhemmed Mistefa?
~ Melayê Bateyî ~