Wele nastînim, bille nastînim,
Tille nastînim, zeman xerabo.
Wele nastînim, bille nastînim,
Tille nastînim, zeman ew halo.
Wele nastînim lê delal nastînim,
Tille nastînim Begê Qulpê yo
Sed û sîh siwar kom kir jê lê yo
Kekêm zava ye xweyê hespê yo
Sed û sîh siwar kom kir jê lê yo
Berxêm zava ye xweyê hespê yo
Wele nastînim bille nastînim,
Tille nastînim Begê Farqînê
Sed û sîh siwar kom kir ji Tilmînê
Kekêm zava ye xweyê mihînê
Sed û sîh siwar kom kir ji Tilmînê
Berxêm zava ye xweyê mihînê
Wele nastînim bille nastînim,
Tille nastînim Begê Hezroyê
Sed û sîh siwar kom kir ji joyê
Kekêm zava ye birin ser şoyê
Sed û sîh siwar kom kir lê joyê
Berxêm zava ye birin ser şoyê
Berhem: Gelêrî
Herêm:Diyarbekir