3 Kasım 2019 Pazar

Delil Dilanar-Serayê

Serayêêêê! Lê lê muhibê! Bila li me nehata sira sibê, Bîna bayê gulann… Ez ji te re sond bixwim bi ser me de guregur eee… Xizêma pozê Seraya Mamed Axa zîvê zelal e, Bi zêr kil dane. Tu bala xwe bidê –vê sivingê- Bayê kurr û bayê şerq û bayê xerb û bayê çep û rast, Bayê Bolukbaşiyê lê dixe, Di poz de dere-tê, vedigere wa dizivire… Gelî gundî û cînarno! Gilî, gazin û loman ji min nekin; Bila yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be, Li civatê mezin… Hespa meriv beza be, şûrê meriv birra be, Tu dêhna xwe bidê vê sivingê malxirabo! Kum û kolozê meriv bi ser çatê biriyan de mê û xwar be, Tu dêhna xwe bidê vê sivingê Dosta meriv sertacî hemû dostan be. Yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be, Li civatê meriv rûnê, vê sivingê di nav civatên mîr û hakiman de, Her kes meth û senayê dosta xwe bide, Meriv ji xwe re methê Seraya Mamed Axa bide, Di nav heval û hogiran de qanatê meriv vebe, Ji xwe re pê bifire. Serayêêê, Serayêêê… Welle rabe qolê zêran bikute -vê sivingê-, Pêşiya navikan keve li vê kofiyê, Malxirabê cotê elbê toqatî avêtiye, Zendê zer badayî, Ji kêfê re dimeşiya ser kaniyê. Ez evdalê Xwedê ji eşqa dilê rezîl re rabûme, Min ê qasekî xwe berdabû pêşiyê. Min ê destê xwe dabû destan, Devê xwe kirî xal û xetê, Gerdena zer, dev û lêvê şekirî, Yanaxê ehmedî, şê û şêbiskê di şê. Gelo de xanimê, de xatûnê, de zeriyê, Tu dêhna xwe bidê gelo ji gavê din de… Kê dîtiye kê bînaye… Yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be, Bi ser derd û kulan re bi destan bigrî bibî ser hêviyê… Serayêêêê, Serayêêêê… Lê lê muhibê! Bila li me nehata sira sibê, Bîna bayê gulann… Ca tu bala xwe bidê, Payîza welatê me Serhedê hatî, Gelo –vê sivingê- daran pelên xwe diweşin, Bi daran ve nema pelê çilo… Ez ê tu nifiran li bejna –vê sivingê- Seraya Mamed Axa nakim, Gelî gundî û cînarno –vê sivingê-, Hêvî û gumanê min heye ji Xaliqê Alemê, Rebbê jorîn, padişahê pirr adil; Çi êş û êşûka bedena Seraya Mamed Axa heye, –vê sivingê-, hêvî û gumanê min heye ji Rebbê jorîn, Belkî –vê sivingê-,here bedena sêwî Sulo..

Ax Serayêêêê! Tu rabe –vê sivingê- bejna zirav bide şitavê, Qolê zêran bikute ber kofiyê. Cotê elbê toqatî avêtiye, Zendê zer badayî, Ji kêfê re dimeşiya ser kaniyê. Ez evdalê Xwedê rabûm ji kedera dilê rezîl re, Min ê vê sibengê ji eşqa dilê rezîl re, Di nav der û cînar û gundî û maliyan de, Xwe avêt pêşiyê. Min ê bala xwe berdayê vê –vê sivingê- malxirabo, Gelo ramûsanê keremkirî, Ji dev û lêvê şekirî, yanaxê ehmedî, Terzê di hakimî, şemlê bi erebî, Xal û xetê di gerdenê, xebxebkê ber guharan. Dev û lêvê şekirî, malxirabê gerdena te zeriyê.. Tu bala xwe bidê –vê sivingê- Kê dîtiye kê bînaye; Yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be, Di dêrisê gundan de, meriv–vê sivingê- malxirabo, Bi destan bigre çend rojekan, bibe ser hêviyê… Serayêêêê!

2 Kasım 2019 Cumartesi

پایته ختێ عه شقێ - کاروان کامیل (Karwan Kamîl- Paytaxtê Eşqê)


جان ده ستێ من بگره
من ببه پایته ختێ عه شقێ
پایته ختێ فیانێ
من دفێت ببینم نازکیا وێ ژیانێ     ×(2)
دلۆفانی و فیانێ
جوانیا وێ جیهانێ

جان من ببه
لبه ر سینگێ خو من
هه مبێز که و بنفینه
گه له کێ ماندی مه
پێتفی ب دلۆفانی و
هه مبێزه کا باوه ری مه
فیان ئه فرۆکه پر ئازاره
بێ باوه ره تام نینه
ته ف ژان و برینه
جاف یێ ب گری و دێم یێ
بگرنژین و دل یێ خه مگینه
من دفێت ببینم نازکیا وێ ژیانێ
دلۆفانی و فیانێ
جوانیا وێ جیهانێ

جان ده ستێ من بگره
من ببه پایته ختێ عه شقێ
پایته ختێ فییانێ
من دفێت ببینم نازکیا وێ ژیانێ
دلۆفانی و فیانێ
جوانیا وێ جیهانێ

1 Kasım 2019 Cuma

MUHAMMED ELİ - GELİ DOST Û HEVALA(İLAHİ)

Gelî dost û hevalan
Ehlê sewm û selatê
Dinyakî pir betal e
Kes namîne li heyatê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Dinyakî bêfayde ye
Lewra mirin tê heye
Îro sib dora me ye
Kesek nake xebatê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Ey alimê ilimdar
Kitêb xwendin bar bi bar
Mişkan kitêbên wan xwar
Berdan çemê Firatê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Sofî ne ji xwe razî ne
Jin û qîzên tazî ne
Bi vî halî razî ne
Çiqasî kêfa wan tê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Gelî bira mêze kin
Eger hûn tobe nekin
Qelbê safî nû(h) nekin
Nakevin ber şefaetê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Rojda - Wey lo dilo(Gotinên stranê û wergera tirkî)

Weylo dilo çi hale bîrîn kûre dinale Spî bûye wek berfê xwezil negota kale Ax lo dilo dlê min rezîl bûye dilê min Pêt û agir mi gerya şewat xistîye dilê min Ez dînyayê gerîyam pêr u baskêm qerîmya Wek feqîyêk pîr u kal çavê xwe li te gerîyam Ax lo dilo dlê min rezîl bûye dilê min Pêt û agirim gerîyam şewat xistîye dilê min Türkçesi Ah yüreğim bu ne haldir. Yara derin halsizlik içinde Aklar düşmüş karbeyazı gibiyim. Keşke ihtiyarlık olmasaydı. Ah yüreğim benim yüreğim Rüsva oldu benim yüreğim Korlar ve ateşler içinde Yangın yerine döndü yüreğim.. (Nakarat) Bütün dünyayı dolaştım Kanatlarım artık yorgun Gezgin Abdallar gibi yaşlı ve yorgun düştüm. Ama gözlerim hep seni aradı. gotin : Firat Güneş u Rojda Müzîk: Firat Güneş

DİTNA ŞÊRÎN - Berfin Aktay

Gava ez ji xew rabûm Tu hatî l'ber çavê min Jiyan bi bû ronahî Dîtina te yî şêrîn, qet naçe ji ber çavê min Biguherim vê jînê, j'bîr nakim wê evînê. Ew kenê te yî ji dil Gotinê te yî zelal Ezê çawa ji bîr bikim Dîtina te yî şêrîn, qet naçe ji ber çavê min Biguherim vê jînê, j'bîr nakim wê evînê. Gotin û Mûzîk: Meles Akan

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qede...