22 Eylül 2019 Pazar

GELO EW KÎ BÛ? - ARAM TÎGRAN

Yek daket ji birca belek Horî perî çav belek Keziyê reş porê xelek Me hijmetkar kir gelek Gelo bê ka ew kî bû Nebe yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ew Serhedî bû Na Welleh Batmanî bû Şox û şeng hat binaz e Bi evîn û dilxwaz e Bûye teyreke baz e Nizanim çi dixwaz e Gelo bê ka ew kî bû Nebe yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ew Serhedî bû Na Welleh Batmanî bû Şox û şenga ku min dî Çav xezala bi kedî Kofî xwara Serhedî Kuda çû kes wê nedî Gelo bê ka ew kî bû Nebe yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ew Serhedî bû Na Welleh Batmanî bû

20 Eylül 2019 Cuma

Raperîn - Çi bikim

Min di xwest ku dilê xwe Şa kim bi hatina te Lê tu ne hatî îro Ez mame tenê Wek kulekî di hundirê min da Pê de, pê de mezin dibe Oh çi bikim Nikarim te ji bîr bikim Sibê, êvar, şev, nivê şevê Wez vemirî tu di hişê min da Oh çi bikim Nikarim te ji bîr bikim Na nebêje, nebêje Bila çavê min di rê de Bila evîn di dilê min da be Ezê tim li benda wî bibim Heya dawîya emrê xwe Na derew e, derew e, derew e Na nebêje derew e, derew e Kekê min tu car namire Wî soz dayê min ewê bifire Hildêm rojê ezê bigêm wî Dizanim ew li tavê ye Na derew e, derew e, derew e Wek kulekî di hundirê min da Pê de, pê de mezin dibe Oh çi bikim Nikarim te ji bîr bikim

Xecê Herdem - Çavken

Teme teme zalime teme Heyrana wan çavê teme Bejin zirav, rûkenam were Evar bû hevîya teme Were were rûkenam were Were were çavkenam were Bê te dil çilmisî Her dem çavem hêstir dibare (Her dem çavem xwîn dibare) Tu çûy çemê dilem çiqî Dil çilmisî tu bê avdikî Benda te çend sal derbasbû Çima lê lê min ji bîrdikî Were were rûkenam were Were were çavkenam were Bê te dil çilmisî Her dem çavem xwîn dibare (Her dem çavem hêstir dibare)

Şivan Perwer - Dilgeşê can

Ez dilgeşê can im. Ji dozê re ez Şivan im. Saza'm ne kevnar e. Ez hîne yê bê zar im. Ez dilgeşê can im. Dengbêj im tembûrvan im. Leşker im şoreşvan im. Roja cengê ez şervan im. Bi vî rengê nûjen. Dil bi şadî devken. Li xan û eywanan. Dixwînim xweş xwanan. Li cem dost û hevalan Dixwînim xweş xwanan Ez dilgeşê can im. Dengbêj im tembûrvan im. Leşker im şoreşvan im. Roja cengê ez şervan im. Roj û şevên şadî. Wê bikin Kurd û Madî. Kes nabe êdî Cegerxwîn. Gişkê bêjin çi xweş e evîn. Gişkê bêjin çi xweş e jîn.

Mem Ararat - Bûka Baranê

Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bixemilîne , Bi rengê biharê Bes e xwe bixemilîne, Bi rengê tavê Çima tu nakenî? Çima tu napeyivî? Û li wê valahiyê Dîsa sar mayî Çima tu nakenî? Çima tu napeyivî? Û li wê valahiyê Weke mirin mat mayî Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bixemilîne , Bi rengê biharê Bes e xwe bixemilîne, Bi rengê tavê Çaxa te dibînim Di vê jiyana tarî Ez xembar dibim Ez birîndar dibim Çaxa te dibînim Di vê jiyana tarî Ez xembar dibim Ez dîn û har dibim Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bixemilîne , Bi rengê biharê Bes e xwe bixemilîne, Bi rengê tavê

https://www.youtube.com/watch?v=0KoFV3ZDRtY

Aras İbrahîm - Ew çavên reş belek (kurdi-erebi)

Ew çavên reş belek .. تلك العيون السود الكحيلة Kulên min kir gelek .. زوّدت من هُمومي Kirim mîna kalek .. جعلتني مثل العجوز Bi min geriya felek .. دار عليَّ الدهر ____ Jiyan li min ziwa bû .. جفّت عليَّ الدنيا Ber çava tu wenda bû .. اختفيتي أمام الأعين Yar ê tu ne wisa bû .. حبيبتي لم تكوني هكذا Bi te jî geriya felek .. قد دار الدهر عليكي أيضاً ___ Ew çavên reş belek .. تلك العيون السود الكحيلة Kulên min kir gelek .. زوّدت من هُمومي Kirim mîna kalek .. جعلتني مثل العجوز Bi min geriya felek .. دار عليَّ الدهر ____ Hêviya min dîdar e .. آملي هو اللقاء Dil ê min hew kar e .. قلبي لم يعد يحتمل Dûrketin ne çar e .. البُعد ليس حلاً Me bicivîne felek .. انصفينا أيها الدهر ____ Ew çavên reş belek .. تلك العيون السود الكحيلة Kulên min kir gelek .. زوّدت من هُمومي Kirim mîna kalek .. جعلتني مثل العجوز Bi min geriya felek .. دار عليَّ الدهر

Xecê - Keyfa min ji te re tê


Keyfa min ji tere tê , difirim gava tû tê Roja kû ez te nebînim, wê çi bi halê min tê Ko mirinek min hebe, wê ji hezkirina te be Cinneta go bê te be , min navê wê cinnet ê Hişte kir gava’m te dî, ne bi dilekî bi sedî Min hêja wek te nedî, bê te hew xewa min tê Keyfa min ji tere tê , difirim gava tû tê Roja kû ez te nebînim, wê çi bi halê min tê Gotina heş te dikim, hindike bi serê tekim Ez pir bêriya te dikim, sebra min hewe bê te tê Keyfa min ji tere tê , difirim gava tû tê Roja kû ez te nebînim, wê çi bi halê min tê

https://www.youtube.com/watch?v=4Cw1iwr2PgE

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qede...