17 Ekim 2019 Perşembe

Gewrê gewra min (kurdi û wergera tirkî)

Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Destê xwe bide destê min – ( Ellerini ellerime ver ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Ez te nebînim bê hal im – ( Seni görmesem halsiz kalırım ) Ax gulê gulê dil neda min – ( Ah gülüm gülüm bana gönül vermedi) Gewra min, gewra min – ( Kumral, kumralım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Tu neyê ez dinal im – ( Sen gelmesen inlerim ) Tu neyê ez bê hal im – ( Sen gelmesen halsiz kalırım ) Ax dilê min şewitî – ( Ah gönlüm yandı ) îşev dîsa dorate digerim – ( Bu gece yine etrafında dolaşırım ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Destê xwe bide destê min – ( Ellerini ellerime ver ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Ez te bibînim dil şad im – ( Seni gördüğümde mutlu olurum ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Destê xwe bide destê min – ( Ellerini ellerime ver ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Ez te nebînim bê hal im – ( Seni görmesem halsiz kalırım ) Ax gulê gulê dil neda min – ( Ah gülüm gülüm bana gönül vermedi ) Gewra min, gewra min – ( Kumralım, kumralım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Tu neyê ez dinal im – ( Sen gelmesen inlerim ) Tu neyê ez bê hal im – ( Sen gelmesen ben halsiz kalırım ) Ax dilê min şewitî – ( Ah gönlüm yandı ) îşev dîsa dorate digerim – ( Bu gece yine etrafında dolaşırım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Tu neyê ez dinal im – ( Sen gelmesen inlerim ) Tu neyê ez bê hal im – ( Sen gelmesen ben halsiz kalırım ) Ax keça dînê îşev dîsa – ( Ah kız bu gece yine ) Li dorate digerim – ( Etrafında dolaşırım ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Li dorate digerim – ( Etrafında dolaşırım ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Êdî ez tu nikarim – ( Artık yapamıyorum ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Li dorate digerim – ( Etrafında dolaşırım ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Êdî ez tu nikarim – ( Artık senle baş edemiyorum ) Ax gulê gulê dil neda min – ( Ah gülüm gülüm bana gönül vermedi ) Gewra min, gewra min – ( Kumralım, kumralım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Tu neyê ez dinal im – ( Sen gelmesen inlerim ) Tu neyê ez bê hal im – ( Sen gelmesen ben halsiz kalırım ) Ax keça dînê îşev dîsa – ( Ah kız bu gece yine ) Li dorate digerim – ( Etrafında dolaşırım ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Li dorate digerim – ( Etrafında dolaşırım ) Gewrê gewra min – ( Kumral, kumralım ) Êdî ez tu nikarim – ( Artık senle başedemiyorum ) Ax gulê gulê dil neda min – ( Ah gülüm gülüm bana gönül vermedi ) Gewra min, gewra min – ( Kumralım, kumralım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Wer ba min gewra min – ( Yanıma gel kumralım ) Tu neyê ez dinal im – ( Sen gelmesen inlerim ) Tu neyê ez bê hal im – ( Sen gelmesen ben halsiz kalırım )

Şemlê

hêlîna wan tîtiya malik wêranê şemlê (2) hêlîn çêkin ser kanîya mala bavê Şemlanê le şemlê şemlê şemlê malik wêranê şemlê le şemlê şemlê şemlê mala bavê şemlanê hêlîn çêkin ber kanîya mala bavê Şemlanê le şemlê şemlê şemlê malik wêranê şemlê le şemlê şemlê şemlê mala bavê şemlanê heline wan Qertela malik weranê şemlê (2) hêlîn çêkin ser kerbela mala bavê Şemlanê le şemlê şemlê şemlê malik wêranê şemlê le şemlê şemlê şemlê mala bavê şemlanê hêlîn çêkin ser kerbela mala bavê Şemlanê le şemlê şemlê şemlê malik wêranê şemlê le şemlê şemlê şemlê mala bavê şemlanê hêlîna wan kevoka malik weranê şemlê (2) hêlîn çêkin ser revoka mala bavê Şemlanê le şemlê şemlê şemlê malik wêranê şemlê le şemlê şemlê şemlê mala bavê şemlanê hêlîn çêkin ser revoka mala bavê Şemlanê le şemlê şemlê şemlê malik wêranê şemlê le şemlê şemlê şemlê mala bavê şemlanê hêlîn çêkin ser revoka mala bavê Şemlanê le şemlê şemlê şemlê malik wêranê şemlê le şemlê şemlê şemlê mala bavê şemlanê

8 Ekim 2019 Salı

Gulfiroş - Cegerxwîn (Helbest=Şiir)

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
                            Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
                            Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
                          Can û dil didî.
Min go kî didî, can û dil bi gul,
Go: ev bazar e, dil bi kul didî.
                         Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
                              Dil bi gul didî.

Cegerxwîn - Serxwebûna Mirîşkan (Helbest=Şiir)

Li welatê me xerza,
Dîkek hebû şareza.
Rokê çû nav dîka,
Ji wan re go hêdîka:
Rabin bêjin mirîşkan,
Bes xwe bidin enîşkan.
Dîk û mirîşk bûne kom,
Berê xwe dane cem bûm.
Leşker tev bûne lek,
Hin çeleng û hin kulek.
Berê xwe dane çolê,
Tevlî koç û tev êlê.
Teyra di ko nagehan,
Hatî leşkerkî giran.
Tevde firîn ji malan,
Berê xwe dane balan.
Ew jî li hev bûne kom,
Yekî rabû gote bûm;
Ey padîşahê teyran,
Wey serbilindê Tûran,
Rabe ser xwe tu mîro,
Ji bo me bêje îro;
Ev leşkerê bê jimar,
Gelo heye jê zirar.
Bûm kenî û gote wan;
Bakin bazê pehlewan.
Hudhud rabû serferaz,
Wî çû bi lez gote baz;
Go rabe ey tu bazî,
Şeh te îro dixwazî.
Baz çû cem şeh li banî,
Destê xwe l´ser hev danî.
Go ey xwendekarê min,
Zû li min ke barê min,
Bûm gote bazê xwînxwar,
Bi lez rabe here xwar.
Bazî rabû weke şêr,
Firek da xwe hate jêr,
Bazê terî bi rêşî,
Hate cem dîkê pêşî,
Destê wî girt û hejand,
Nitqek jê re dirijand.
Olan sen nerelîsen?
Go em xelkê bedlîs in.
Sizin bûrde ne îş war?
Dîk xeyidî lê da dar.
Bazî şehda xwe anî,
Dîk jî darê xwe danî.
Go bi zor û bi gazin,
Em heqê xwe dixwazin.
Baz go kî ye serleşker?
Go tu nizanî ey ker,
Ez im paşa ez im mîr,
Ez im şahê cihangîr.
Bazî çû cem dîkê dî,
Dî ko ew jî wekeî wî.
Tevan go paşa û mîr,
Kesî ne go ez wezîr.
Nefer bûne yûzbaşî,
Heta giha ê paşî.
Bazî rabû çû banî,
Li ber destê bûm danî.
Tilûr tev lê bûne kom,
Qale ya ey-yûhel qewm.
Ev hatine ji mala xwe,
Divên istiqlala xwe.
Bûm go bazê dilawer,
Gelo kî ye serleşker.
Go tev paşa û mîr in;
Bê wezîr û gizîr in;
Bû hêdî rabû ser xwe,
Taca xwe da serê xwe.
Go bi taca serê min,
Kes nîne hemberê min.
Rabin wek pehlewana,
Dê em herin ser wana.
Hatin teyrên dubirak,
Bakirin kund û qirak.
Go hon werin binêrin,
Ka em îro çi mêr in,
Dîka xwe da enîşka,
Bû qidqida mirîşka.
Go fermana we rabû,
Koma we j` hev bela bû.
Ê ko kuştin ê ko man;
Hatin gundan bê goman.
Wan jî weke me kurdan,
Destê xwe j` ber xwe berdan.
Elok û tûtik û qaz,
Tê de bûne belengaz.
Tev de ketin koxê rê,
Çîroka me ji we re xweş.
Wek seydayê Cegerxwîn,
Hemî bûne dilbirîn.

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qede...