26 Mart 2023 Pazar

Gotinên Pêşiyan Kürtçe Atasözleri

 

Kar çek e, di bin çengê xwe ke, li ku qewimî veke.(14.12.2020- Dayika min)


Mirin dîkê spî ye, li ber deriyê herkesî ye.(04.01.2021-Dêya min)


Serê hat birrînê li dinyayê nayê kirrînê. (27.02.2021 - Mêrdîn, şivanekî Şirnexî.)


Nikare bi kerê, dibeze kurtên.( 1.4.2021-mûrad çelîk)


Rahme li Eyşê û Fatmayê, şiştin anîn dinyayê.(15.05.2021-Girê Izêr, dêya min)


Şor bû, şorbe nebû. (21.06.2021-Abûzer çalişkan, alîkarê midurê halk egitima Rişmil)


Adarê, berfê dayê heya guliya darê, nema heya êvarê(04.03.2022 - dêya min)


Rasto bi rastî xwaro jî bi stûyê şikestî.(15.05.2022-bavê min)


Girara piran nakele (14 ocak 2023 - bavê min)


Xewa mirîyan tê, xewa birçîyan nayê.(25.01.2023-Dotmam Nedret)

Mala mêra kanîya zêra.

Gîyayê hewşê tehl e.

Sal bi sal xwezî bi par.

Eger ne fenn e ev çi benn e?

Ro bi ro xwezî bi do.

Sîyê dara nîskê(ez dibêjim qey divê lîstikê be) zaroka. (ji bo dinyayê tê gotin)

Qam qama mêşê, deng dengê gamêşê.


Dawet daweta mîran, agir ketîye feqîran.

18 Mart 2023 Cumartesi

JIN Û MÊR

     Jinek û mêrek hebûn.  Bi hev re pîr û kal dibûn.  Hêdî hêdî nêzîkî mirinê dibûn. Rojekê şeytan ket aqilê jinê û jê re got: 
-Piştî tu bimirî dê mêrik ji xwe re jineke din bîne. Pîrek debar nekir û dema êvarî mêrê wê hat malê jê pirsî: 
-Ez bimirim tu dê kengî bizewicî?
Zilamî got:
-Heta axa te şil be ez jinê nayînim, bila çavên te li paş nemînin cana min.
     Zeman hat û çû, rojekê jin rehmet kir û çû ber rehma Xwedê. Îja piştî mirina wê zilam her roj diçû ser gora wê. Çi cara diçû dinerî ku axa gorê şil e. Roj çûn, meh çûn, sal çû axa wê hîn jî şil e, ziwa nabe. Got:
-Hella hella ev çi îş e, tiştek di vî îşî de heye. Ez ê rojekê li vira bimînim û çavdêriyê bikim.
      Û wisa jî kir, rojekê ma û xwe veşart. Piştî demekê dît ku bûrayê wî tê û avê li ser gorê direşîne. Xwe negirt û derket hemberî wî jê re got:
-Tu çi dikî, ev çi hal e?
Bûrayê wî got:
-Çi bikim, xweşika min wiha wesîyet kiribû û gotibû: 
-Divê her roj tu gora min avreşandî bikî.

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qede...