hikaye etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
hikaye etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

5 Mart 2024 Salı

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qederê deh deqeyan dûrî cihê parkê bû.

    Di rê de, li ber marketeke mezin(zincîr market bû, navê wê ne lazim e) zilamekî 'emrê wî li dora şêst salî wan rûnê nivîşkî difirot. Hema min jî wek hertim bi Kurmancî pirsî: 

-Xalo rûnê te bi çiqasî ye?

Xalo jî wekî ji zû de ye Kurmancî nebihîstiye, bi hesreta xeberdaneke bi zimanê xwe ye, bi rûyekî bi ken û ji dil got:

-Wey ez bi qurbana Kurmancîya te bim!

28 Mayıs 2020 Perşembe

HiraiZerdüş - Roja ku bû bûk

Şeva ku bû bûk, cana min şêrîn Nava dilê min, bû bi kul û birîn Bi awirê wî, w'ez bibûm har û dîn Bi nerîna wî, w'ez bibûm har û dîn

Roja/şeva ku bû bûk, cana min şêrîn(2) Nava dilê min, bû bi kul û birîn Bi awirê wî, w'ez bibûm har û dîn Bi nerîna wî, w'ez bibûm har û dîn Şeva henna wê, w'ez bûm sazbendê we Awirek da min, mîna xencerê Nerînek da min, mîna xencerê Çiqasî xweş bû, ew rojên berê Çiqasî xweş bû, ew demên berê

W'ez bi heyrana, wê bejn û balê Fîstanê xweyî kesk, berda ser bejnê Gava ew diçû, li ber destê zavê Nava dilê min, agir pê danî

Şeva henna wê, ez bûm sazbendê wê Awirek da min, mîna xencerê Nerînek da min, mîna xencerê Çiqasî xweş bû, ew rojên wê Çiqasî xweş bû, ew demên berê

Söz müzik - Nafi reis Çîroka sazbendekî di daweta hezkiriya xwe de li sazê xistiye... Sevdiği kadının düğününde saz çalan bir erkeğin hikayesi..

26 Mart 2020 Perşembe

Kurteçîroka Cembelî û Binefşa Narîn


Cembelî kurê mîrê Hekariyan e. Rojekê dertê nêçîrê, dibîne ku siwarek li hemberî sed siwaran şer dike. Ew siwarê bi tena serê xwe li hemberî sed siwaran şer dike birayê Binefşa Narîn e. Dewrêş Begê not salî xwestiye ku bi Binefşa Narîn a çardeh salî re bizewice lê Binefşa Narîn û birayên wê nexwestine û ji bo Dewrêş Beg bi qotekî Binefşa Narîn neyîne konê xwe bar kirine û ji wir reviyane. Dewrêş Beg û sed siwarên xwe êrîşî wan kirine, sê birayên Binefşê kuştine û maye yek. Cembelî vê neheqiyê napejirîne û alîkariya malbata Binefşa Narîn dike. Cembelî, Dewrêş Beg û siwarên wî perîşan dike, Dewrêş Beg mecbur dimîne xwe vedikişîne. Cembelî û Binefş li wir dil dikevine hev, wan li wir nîşan dikin. Cembelî ji bo haziriya xwe vedigere Hekariyê. Haziriya xwe dike û xizmetkarên xwe dişîne da ku Binefşa Narîn bînin lê gava xizmetkar diçine ba konê mala bavê Binefşê dibînin ku Dewrêş Beg bav û birayê Binefşê kuştiye û Binefşa Narîn revandiye. Dewrêş Beg bi qotekî bi Binefşê re dizewice, zarokekî wan çêdibe, Binefşê navê wî Cembelî dîtîne. Cembeliyê kurê mîrê Hekariyan dev ji mal û milkê xwe berdide dibe terkeserê dinyayê heya ku rojekê dibe şivanê mala Dewrêş Beg. Binefş fehm dike ku Cembelî bûye şivanê wan. Hev dibînin û demek şûn de direvin tên Hekariyê û bi hev re dijîn.

Çavkanî: Îbrahîm Tarduş, Kovara JMS, cilt:3, hejmar:1, sal:2018, rûpel:67.

Rojbuna te piroz be video