13 Mayıs 2020 Çarşamba

Huseynê Omerî - Xurfanî

Hêhêêêêêêêêêêêêê,
Keçikê, rindikê, nazikê, berxikê, nermikê xurfanî,
lo lawo xurfanî,
heft sala kir şivanî,(X2)
kê kiribûn cenanî,(x2)
m'qelenê gewra xwe neanî.

Minê Gewrê neanî
Wez daketim Mêrdînê,
xwe berdam vî alî,
şevkê mam li Nisêbînê,
min xwe berda Qamişlo,
daketimê Dêrazorê,
hatimê vî alî,
xwe berdabû Helebê,
şevkê mame li Mişaxê,
ezê çûbûm Beyrûdê,
Min barek qaçax anî,
Anî li çarşiya Diyarbekir,
Min da bi kilê sibhanî,
Min têra wan çavên te neanî,
Lo lawo lawo erê lawo lawo,
Erê lawo milanî.

Ya Remo ya Recep,
Digeriya Şam û Heleb
Anî sê bizinê celeb,
Ne nakul û ne lewlew,
Dûrî kerema hazira,
Hey eşek oxlî merkeb,
Lo lawo lawo erê lawo xurfanî.

Ya mala me bi zeytûn,
Wê sibê bê tacirê rûn,
Memê tacirê rûn,
Hatim ku li xwe heyirî,
Li dor mala xwe geriya,
Tiştek di mala xwe nedît,
Derpîyê xwe kirî parzûn,
Bo bereketa şîr û rûn,
Erê lawo milanî,
Vê şîrê bizina kirr,
Payîzî wextê dewbirr,
Ez xuya bûm hêtim im
ji êdî bizinkê tunne
Ez bizina me yî kirr,
Satilek me jî hebû,
Ev mîratê nîv ritil,
Ev bêxwedîyê çar çembil
Gava Fato çûye bin,
Kef bi kefê di ser re bir,
Gava kilê meşkê xist,
Dengê meşkê çû şêxkirr,
Wer nimeta rûnê pirr,
Wer vê fetina(?) bizina kirr.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Ji kerema xwe şirove bikin!

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qede...