Huseynê Omerî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Huseynê Omerî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

25 Haziran 2026 Perşembe

GOTINÊN STRANA NOFA ŞARKI SÖZLERİ - Huseynê Omerî

 

Indîwerê bi dikana lê lê'w lê lê'w lê lê

Lê lê'w lê lê'w lê lê, Lê lê'w lê lê'w lê lê,

Kezeba min, şêrîna min,

 Indîwerê bi dikana,

Nisêbîn qaymiqam a,

Anqara textê siltana,

Çavê min li yekê ji wan a,

Nexweş im li nav nivîna,

Çûm heya nav Bulxara,

Heya bi nav Elmana,

Daketim nav Yewnana,

Hilkişîyam cem Miqriyas,

Ewraqê'm girêdan a,

Avêtinê Stenbolê,

Xestexanak li wê da bû,

Şanzdeh derzî li min dana,

Go Hisênkê Omerî,

Êşa te pir xedar a,

Dermanê te tinne ye,

Encex li cem Xuda na,

Diketimê tirênê,

Xwe berda Nisêbînê,

Daketimê Qamişlo,

Jê'r dibên textor Nafiz,

Textorkî pir yeman a,

Wexta filîmê'm girtî,

Go "Hisênko pepûko",

Êşa te pir xedar a,

Dermanê te tune ye,

Çûm welatê serheda,

Jê'r dibên Mela Ehmed,

Melakî Misilman a,

Bi derdê dila zana,

Gava geriyam Quran a,

Heya bi Cuzê Emman a,

Go "Hisênkê Omerî"

Êşa te pir xedar a,

Qurana min xwendiye,

Do pêrê han çûm camiyê,

Min kitêb vekirine,

Tiştê kitêb dibêje,

Memikê Nofa derman a,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa min.


Nofa min e tu bax î,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa min.

Nofa welle tu bax î,

 Tu bi fîstankî qaçax î,

Êvarî cîka raxî,

Ramûsankê bide min,

E di bextê wê diya te dee,

Çi bi dizî çi bi bataxî,

Nofa Nofa Nofa Nofa min.

Min nok anî kamiştê,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa min.

Min nok anî kamiştê,

Keçikê Xwedê hiştê,

Dora memikan bi niviştê,

Xwedê mêrikê te kuştê,

Nofa Nofa Nofa Nofa min.


Qamişlo ber bi ba yeeee,

Nofa Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa,

Nofa Nofa Nofa Nofa min.

Qamişlo ber bi ba ye,

Omerya jê xuya ye,

Nofa tu pir hêja ye,

Nofa Nofa Nofa Nofa min.

13 Mayıs 2020 Çarşamba

Huseynê Omerî - Xurfanî

Hêhêêêêêêêêêêêêê,
Keçikê, rindikê, nazikê, berxikê, nermikê xurfanî,
lo lawo xurfanî,
heft sala kir şivanî,(X2)
kê kiribûn cenanî,(x2)
m'qelenê gewra xwe neanî.

Minê Gewrê neanî
Wez daketim Mêrdînê,
xwe berdam vî alî,
şevkê mam li Nisêbînê,
min xwe berda Qamişlo,
daketimê Dêrazorê,
hatimê vî alî,
xwe berdabû Helebê,
şevkê mame li Mişaxê,
ezê çûbûm Beyrûdê,
Min barek qaçax anî,
Anî li çarşiya Diyarbekir,
Min da bi kilê sibhanî,
Min têra wan çavên te neanî,
Lo lawo lawo erê lawo lawo,
Erê lawo milanî.

Ya Remo ya Recep,
Digeriya Şam û Heleb
Anî sê bizinê celeb,
Ne nakul û ne lewlew,
Dûrî kerema hazira,
Hey eşek oxlî merkeb,
Lo lawo lawo erê lawo xurfanî.

Ya mala me bi zeytûn,
Wê sibê bê tacirê rûn,
Memê tacirê rûn,
Hatim ku li xwe heyirî,
Li dor mala xwe geriya,
Tiştek di mala xwe nedît,
Derpîyê xwe kirî parzûn,
Bo bereketa şîr û rûn,
Erê lawo milanî,
Vê şîrê bizina kirr,
Payîzî wextê dewbirr,
Ez xuya bûm hêtim im
ji êdî bizinkê tunne
Ez bizina me yî kirr,
Satilek me jî hebû,
Ev mîratê nîv ritil,
Ev bêxwedîyê çar çembil
Gava Fato çûye bin,
Kef bi kefê di ser re bir,
Gava kilê meşkê xist,
Dengê meşkê çû şêxkirr,
Wer nimeta rûnê pirr,
Wer vê fetina(?) bizina kirr.

PÊKENOK - EZ ZANIM NE ÎN E LÊ QEWET NÎNE! KÜRTÇE FIKRA

   Dema ku cotkaran bi ga cot dikirin roja înê cotê xwe betal dikirin û wê rojê xwe rehet dikirin. Gayê wan jî rehet dibûn û tim li benda wê...