Mi go ez Ararat im tenê tenha,
Te go ez jî Sîpan im berf û derya
Mi go ez Ararat im tenê tenha,
Te go ez jî Sîpan im berf û derya
Berfa min ji bendemayîna te helîya
Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê X2
Hêsir bim sozdarê
Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê X2
Hêsir bim sozdarê
Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?
Li rûkala axayê vê dinyayê
Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?
Li rûkala axayê vê dinyayê
Lerizî payîza me pelê darê
Lerizî kevirê sebrê lerizî yarê yarê X2
Lerizî sozdarê
Lerizî kevirê sebrê lerizî yarê yarê X2
Lerizî sozdarê
Kî dibê(je) çîya nagihê ji neyarê?
Ba tê baran tê pê re silav tê
Kî dibê(je) çîya nagihê ji neyarê?
Ba tê baran tê pê re silav tê
Ji basikên balîndeyan bêhna yarê tê
Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê X2
Tu hebî sozdarê
Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê X2
Tu hebî sozdarê