kırase sor şarkı sözleri etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kırase sor şarkı sözleri etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

23 Ekim 2022 Pazar

Hozan Hamid - Kirasê sor

Ji bo Xwedê tu li xwe neke kirasê xweyî sor,

Ji ber derîkê me'r lê lê nere jêr û jor,

Li ser dilê min veneke agirekî sor,

Derd û kulê(n) vê dinyayê li min têne zor.


Ji sibê heta êvarê li benda wê me,

Ez dixwazim te bibînim bi hesreta wê me,

Xelk û alem tev dizanin ji bo te mirî me,

Birîna min bi şev û roj e ji bo te bi girî me.


Roj di min gerîya yarê niza(ni)m çi dibêjim,

Fîstanê teyî sor dibînim serxoş û gêj im,

Bûme wek şalûl û bilbil li ser te dibêjim,

Hêsirê(n) çavên min tev xwîn tê, ji bo te dirêjim.


Ji ber derîkê me'r lê lê çû ser kanîyê,

Fîstanê sor li bejnê ye weke horîyê,

Min go delala li ber dila tu yara kê yî?

Go(t) hivdeh pismamê'm hene û da girîyê


Ji bo Xwedê tu li xwe neke kirasê xweyî sor,

Ji ber derîkê me'r lê lê nere jêr û jor,

Li ser dilê min veneke agirekî sor,

Derd û kulên vê dinyayê li min têne zor.

ROJA DAYIKAN

 Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.