said yusuf etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
said yusuf etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

1 Aralık 2019 Pazar

Seîd Yûsif - Çava kil ke

Çava kil ke xemil û xêl (iy)a xwe girêde keça delal Were dilê min derman bik Te derb lêda û bêje menal Were were .... 'Z xewa nakim ji kul û van keder e Nayêm nayêm dil derman nakim Wez ne tixtor im ez birîndara rakim Keçê 'z mirim te bi xwe li min rakir ferman e û dil şewitî. Were bi min ve dîtina te ji min re derman e û tu nalebitî Keçê te baskê min jêkirin mam bê mefer Ez kor bûm min da ser şopa te û nîne veger Lawo xuya ye ku derdê te pir giran in Wez jî bi xwe dizanim ku awirê min bi êş û jan in Dem û dewran ez xapandim dilê'm' carek li dû te meşî Te'z kirim wek kerr û gêjan kul bûn barek min nedît xweşî Te'z xistim agir de nikarim xwe derînim Dibakim tu nayêyî wez nikarim te bînim Xortê hêja menale rih te'd nema Te çi ji min divê ser sera va li ber te ma

Seîd Yûsif - Oy Felek

Oy felek ji boy çi te ez hiştim ji hevalan Emrê min çardeh e ez xuya dikim mîna kalan Carek bi tenê mirada min wey felekê te bi cîh ne anî
Ê ne ji kul û ji derda ev dilê min her dinale
Oy felek oy felek oy felek… Oy felek ji boy çi mirada min te bi cîh ne anî Maldarî ji ba min çû feqîrîyê li cem min danî Wa hevalan ez bîr kirim teva pişta xwe didan min Wa xudîya bi carekê ez firotim bi erzanî Oy felek oy felek oy felek...

ROJA DAYIKAN

 Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.