1 Kasım 2019 Cuma

MUHAMMED ELİ - GELİ DOST Û HEVALA(İLAHİ)

Gelî dost û hevalan
Ehlê sewm û selatê
Dinyakî pir betal e
Kes namîne li heyatê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Dinyakî bêfayde ye
Lewra mirin tê heye
Îro sib dora me ye
Kesek nake xebatê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Ey alimê ilimdar
Kitêb xwendin bar bi bar
Mişkan kitêbên wan xwar
Berdan çemê Firatê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Sofî ne ji xwe razî ne
Jin û qîzên tazî ne
Bi vî halî razî ne
Çiqasî kêfa wan tê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Gelî bira mêze kin
Eger hûn tobe nekin
Qelbê safî nû(h) nekin
Nakevin ber şefaetê

Ey ehlê vî zemanî
Mala me çû mîratê
Dîn çû em pê nizanin
Îman go çû nema tê

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Ji kerema xwe şirove bikin!

ROJA DAYIKAN

 Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.