Kürtçe hikaye etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Kürtçe hikaye etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

5 Mart 2024 Salı

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qederê deh deqeyan dûrî cihê parkê bû.

    Di rê de, li ber marketeke mezin(zincîr market bû, navê wê ne lazim e) zilamekî 'emrê wî li dora şêst salî wan rûnê nivîşkî difirot. Hema min jî wek hertim bi Kurmancî pirsî: 

-Xalo rûnê te bi çiqasî ye?

Xalo jî wekî ji zû de ye Kurmancî nebihîstiye, bi hesreta xeberdaneke bi zimanê xwe ye, bi rûyekî bi ken û ji dil got:

-Wey ez bi qurbana Kurmancîya te bim!

18 Mart 2023 Cumartesi

JIN Û MÊR

     Jinek û mêrek hebûn.  Bi hev re pîr û kal dibûn.  Hêdî hêdî nêzîkî mirinê dibûn. Rojekê şeytan ket aqilê jinê û jê re got: 
-Piştî tu bimirî dê mêrik ji xwe re jineke din bîne. Pîrek debar nekir û dema êvarî mêrê wê hat malê jê pirsî: 
-Ez bimirim tu dê kengî bizewicî?
Zilamî got:
-Heta axa te şil be ez jinê nayînim, bila çavên te li paş nemînin cana min.
     Zeman hat û çû, rojekê jin rehmet kir û çû ber rehma Xwedê. Îja piştî mirina wê zilam her roj diçû ser gora wê. Çi cara diçû dinerî ku axa gorê şil e. Roj çûn, meh çûn, sal çû axa wê hîn jî şil e, ziwa nabe. Got:
-Hella hella ev çi îş e, tiştek di vî îşî de heye. Ez ê rojekê li vira bimînim û çavdêriyê bikim.
      Û wisa jî kir, rojekê ma û xwe veşart. Piştî demekê dît ku bûrayê wî tê û avê li ser gorê direşîne. Xwe negirt û derket hemberî wî jê re got:
-Tu çi dikî, ev çi hal e?
Bûrayê wî got:
-Çi bikim, xweşika min wiha wesîyet kiribû û gotibû: 
-Divê her roj tu gora min avreşandî bikî.

4 Ekim 2022 Salı

ÇÊLEKA TÎ

       Min îro rahişt qofeya avê a çêleka mala birayê xwe û min pê dar av dan. Her cara min qofe di ber çêlekê re dibir çêlek hema bi alî min de dihat heta ez ji wê bi dûr diketim. 

       Mala birayê min çêleka xwe nû kirrîne û çêleka wan cara duyem min dîbîne ji ber wê min got qey ez jê re biyanî me loma bi alî min de tê. Ez ditirsîyam jî min digot belkî li min bixe. Piştî min dar av dan îja min qofe dagirt û danî ber çêlekê. Rebenê çawa tî bibû çawa tî bibû divê we bidîta. Belkî sê qofe av vexwar. Nexwe heywana reben devê wê nedigihîşt qofeyê û tî mabû.

       Piştî têr av vexwar îja wekî bixwaze spas bike bi çavên tije minet li min dinihêrî. Devê xwe dirêjî min dikir. Min jî enîya wê firikand. Piştî ku ez ji ba wê çûm jî li min dinihêrî.


       Ji kerema xwe heywanên kerr û lal yên girêdayî bê av nehêlin. Ji ber ku girêdayî ne nikarin xwe bigihînin avê jî û em ji zimanê wan fahm nakin, nikarin ji me re bêjin "Ez tî me." jî.




ROJA DAYIKAN

 Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.