çêleka tî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
çêleka tî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

4 Ekim 2022 Salı

ÇÊLEKA TÎ

       Min îro rahişt qofeya avê a çêleka mala birayê xwe û min pê dar av dan. Her cara min qofe di ber çêlekê re dibir çêlek hema bi alî min de dihat heta ez ji wê bi dûr diketim. 

       Mala birayê min çêleka xwe nû kirrîne û çêleka wan cara duyem min dîbîne ji ber wê min got qey ez jê re biyanî me loma bi alî min de tê. Ez ditirsîyam jî min digot belkî li min bixe. Piştî min dar av dan îja min qofe dagirt û danî ber çêlekê. Rebenê çawa tî bibû çawa tî bibû divê we bidîta. Belkî sê qofe av vexwar. Nexwe heywana reben devê wê nedigihîşt qofeyê û tî mabû.

       Piştî têr av vexwar îja wekî bixwaze spas bike bi çavên tije minet li min dinihêrî. Devê xwe dirêjî min dikir. Min jî enîya wê firikand. Piştî ku ez ji ba wê çûm jî li min dinihêrî.


       Ji kerema xwe heywanên kerr û lal yên girêdayî bê av nehêlin. Ji ber ku girêdayî ne nikarin xwe bigihînin avê jî û em ji zimanê wan fahm nakin, nikarin ji me re bêjin "Ez tî me." jî.




ROJA DAYIKAN

 Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.