xece etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
xece etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

8 Ekim 2019 Salı

Gulfiroş - Cegerxwîn (Helbest=Şiir)

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
                            Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
                            Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
                          Can û dil didî.
Min go kî didî, can û dil bi gul,
Go: ev bazar e, dil bi kul didî.
                         Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
                              Dil bi gul didî.

20 Eylül 2019 Cuma

Xecê Herdem - Çavken

Teme teme zalime teme Heyrana wan çavê teme Bejin zirav, rûkenam were Evar bû hevîya teme Were were rûkenam were Were were çavkenam were Bê te dil çilmisî Her dem çavem hêstir dibare (Her dem çavem xwîn dibare) Tu çûy çemê dilem çiqî Dil çilmisî tu bê avdikî Benda te çend sal derbasbû Çima lê lê min ji bîrdikî Were were rûkenam were Were were çavkenam were Bê te dil çilmisî Her dem çavem xwîn dibare (Her dem çavem hêstir dibare)

Xecê - Keyfa min ji te re tê


Keyfa min ji tere tê , difirim gava tû tê Roja kû ez te nebînim, wê çi bi halê min tê Ko mirinek min hebe, wê ji hezkirina te be Cinneta go bê te be , min navê wê cinnet ê Hişte kir gava’m te dî, ne bi dilekî bi sedî Min hêja wek te nedî, bê te hew xewa min tê Keyfa min ji tere tê , difirim gava tû tê Roja kû ez te nebînim, wê çi bi halê min tê Gotina heş te dikim, hindike bi serê tekim Ez pir bêriya te dikim, sebra min hewe bê te tê Keyfa min ji tere tê , difirim gava tû tê Roja kû ez te nebînim, wê çi bi halê min tê

https://www.youtube.com/watch?v=4Cw1iwr2PgE

Rojbuna te piroz be video