Dema ku cotkaran bi ga cot dikirin roja înê cotê xwe betal dikirin û wê rojê xwe rehet dikirin. Gayê wan jî rehet dibûn û tim li benda wê rojê bûn.
Rojekê pêncşemê cotkarek dihere cot, gayê wî jî ji ber ku roja kar a dawiyê ye çavê wî li betalbûna cot e. Pir betilîye û tim disekine, di paş xwe dinihere.
Carekê diduyan, xwediyê wî dinihere ku gayê wî zexeliyê dike. Coyê xwe lê dixe û bi zor diajo. Lêbelê gayê wî dîsa naçe. Cotkar difikire dibêje: "Gayê min dibêje qey în e, loma kar pê zor tê." Gayê xwe dide sekinandin û jê re dibêje: "Ho Sêvo, ne în e, ne în e!"
Ga jî lê dizîvire û dibêje: "Erê ez zanim ne în e lê qewet nîne, qewet!"
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Ji kerema xwe şirove bikin!
Yorumlarınızı bekliyorum.