Kürtçe komik etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
Kürtçe komik etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

16 Ağustos 2026 Pazar

Pêkenok: BANÊ ME YEK BAN E

    Havîn e, ji german hemî gundî li ser ban radizê. Wê rojê zavayê Xecê û kurê wê mêvanê wê ne. Dema razanê cihê zavayê xwe û keça xwe li aliyekî banê datîne, yê bûka xwe û kurê xwe li aliyê din datîne. Tev diçin ser cihên xwe û xwe dirêj dikin.



    Xecê diçe nivînê kur û bûka xwe ji ser wan radike û dibêje: "Germ e, germ e. Xwe ji hev bidin alîyekî." Diçe wê nivînê dide ser zava û keça xwe û dibêje: "Sar e, sar e. Xwe bidin hev."

    Bûka Xecê hêrs dibe û dibêje: "Ban yek ban e, ma qey aliyek deşt e yek zozan e?"



26 Haziran 2026 Cuma

PÊKENOK - EZ ZANIM NE ÎN E LÊ QEWET NÎNE! KÜRTÇE FIKRA

   Dema ku cotkaran bi ga cot dikirin roja înê cotê xwe betal dikirin û wê rojê xwe rehet dikirin. Gayê wan jî rehet dibûn û tim li benda wê rojê bûn. 

   Rojekê pêncşemê cotkarek dihere cot, gayê wî jî ji ber ku roja kar a dawiyê ye çavê wî li betalbûna cot e. Pir betilîye û tim disekine, li paş xwe dinihere.



   Carekê diduyan, xwediyê wî dinihere ku gayê wî zexeliyê dike. Coyê xwe lê dixe û bi zor diajo. Lêbelê gayê wî dîsa naçe. Cotkar difikire dibêje: "Gayê min dibêje qey în e, loma kar pê zor tê." Gayê xwe dide sekinandin û jê re dibêje: "Ho Sêvo, ne în e, ne în e!" 

   Ga jî lê dizîvire û dibêje: "Erê ez zanim ne în e lê qewet nîne, qewet!"

Alfabetik Sıraya Göre Atasözleri

 A Aba vakti yaba, yaba vakti aba. Abanın kadri yağmurda bilinir. Abdalın dostluğu köy görünceye kadar. Acele işe şeytan karışır. Acemi katı...