kurmancî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kurmancî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

5 Mart 2024 Salı

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qederê deh deqeyan dûrî cihê parkê bû.

    Di rê de, li ber marketeke mezin(zincîr market bû, navê wê ne lazim e) zilamekî 'emrê wî li dora şêst salî wan rûnê nivîşkî difirot. Hema min jî wek hertim bi Kurmancî pirsî: 

-Xalo rûnê te bi çiqasî ye?

Xalo jî wekî ji zû de ye Kurmancî nebihîstiye, bi hesreta xeberdaneke bi zimanê xwe ye, bi rûyekî bi ken û ji dil got:

-Wey ez bi qurbana Kurmancîya te bim!

21 Haziran 2019 Cuma

Erol Berxwedan - Delala dilê min yarê (Nû 2018)

Gotinên Stranê - Şarkı Sözleri

Yara min ketiye xewê
Wey lê lê yarê yarê
Bejna wê stêrka şevê
Delala dilê min yarê

Wek ava çem û kanî
Wey lê lê yarê yarê
Keyf û eşqa vî canê
Delala dilê min yarê

Wez zêra bihelînim
Wey lê lê yarê yarê
Gerdenê dor bigerînim
Delala dilê min yarê

Desmala desta nîn e
Wey lê lê yarê yarê
Bi xwe ra bigerînim
Delala dilê min yarê

Bi zêran ne neqişîne
Wey lê lê yarê yarê
Ber çavê min feyde nîn e
Delala dilê min yarê

Ji min ra nebên şerm e
Wey lê lê yarê yarê
Heskiriya dilê min e
Delala dilê min yarê

Li bin stranên xwe bi zimanê xwe şîrovekin ..

Rojbuna te piroz be video