serborî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
serborî etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

5 Mart 2024 Salı

WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM

     Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qederê deh deqeyan dûrî cihê parkê bû.

    Di rê de, li ber marketeke mezin(zincîr market bû, navê wê ne lazim e) zilamekî 'emrê wî li dora şêst salî wan rûnê nivîşkî difirot. Hema min jî wek hertim bi Kurmancî pirsî: 

-Xalo rûnê te bi çiqasî ye?

Xalo jî wekî ji zû de ye Kurmancî nebihîstiye, bi hesreta xeberdaneke bi zimanê xwe ye, bi rûyekî bi ken û ji dil got:

-Wey ez bi qurbana Kurmancîya te bim!

PÊKENOK - EZ ZANIM NE ÎN E LÊ QEWET NÎNE! KÜRTÇE FIKRA

   Dema ku cotkaran bi ga cot dikirin roja înê cotê xwe betal dikirin û wê rojê xwe rehet dikirin. Gayê wan jî rehet dibûn û tim li benda wê...