mem etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
mem etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

9 Aralık 2019 Pazartesi

XAÇIRÊK - Mem ARARAT

Evîn xaçirêkek teng e li Botan Keziyek e, difire li vî wara Dile min bû kevokeke li Gabarê Xwezî zimanê rê heba û bigota Kî û kê pişta xwe sipart van zinara Ev evîn wê min jî bibe goristanê Konê penaberiyê li pişta min û te heval Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can Dayîk êdî çiya ye, çiyayê bi dar. Ew rêça ku dirêj dibe li Nisêbînê Tasek ava sipî vexwar ji dil û can Xwedê zane ev ewr ewê bi ser me de bigirî Xwezî basikê min heba û biçûma Min deste xwe dirêj kira heta tavê Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê.



20 Eylül 2019 Cuma

Mem Ararat - Bûka Baranê

Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bixemilîne , Bi rengê biharê Bes e xwe bixemilîne, Bi rengê tavê Çima tu nakenî? Çima tu napeyivî? Û li wê valahiyê Dîsa sar mayî Çima tu nakenî? Çima tu napeyivî? Û li wê valahiyê Weke mirin mat mayî Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bixemilîne , Bi rengê biharê Bes e xwe bixemilîne, Bi rengê tavê Çaxa te dibînim Di vê jiyana tarî Ez xembar dibim Ez birîndar dibim Çaxa te dibînim Di vê jiyana tarî Ez xembar dibim Ez dîn û har dibim Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bixemilîne , Bi rengê biharê Bes e xwe bixemilîne, Bi rengê tavê

https://www.youtube.com/watch?v=0KoFV3ZDRtY

ROJA DAYIKAN

 Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.