kurmanci etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kurmanci etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

6 Haziran 2020 Cumartesi

Hunergeha Welat - Rewanê Resen

1. Zembîlfiroş
Zembîlfiroş zembîlan tîne
Delalo zembîlan tîne
Zembîlfiroş zembîlan tîne

Delalo zembîlan tîne
Kolan kolan digerîne
Nan û danê pê distîne
Kolan kolan digerîne

Nan û danê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne

Kuro selkan vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko û ez evîndar im

Xatûna min a delal e
Min bihîstî mîr ne li mal e
Xatûna min a delal e

Min bihîstî mîr ne li mal e
Bazar'm malê helal e
Xatûnê û ez tobedar im
Delalê û ez tobedar im
Xatûnê û ez tobedar im

2.Hoy Hoy Memo
Hoy hoy hoy Memo Mem anî xweş Mem anî Jaro dilo Memo Mem anî xweş Mem anî Hoy hoy hoy Memo Xwe girêde bi rûmanî Jaro dilo Memo Xwe girêde bi rûmanî Hoy hoy hoy Memo Dayiko rebî û nezanî Jaro dilo Memo Dayiko rebî û rindanî Hoy hoy hoy Memo Serim gîha vî canî Jaro dilo Memo Serim gîha vî canî Hoy hoy hoy Memo Mem Ebasî û Ebasî Jaro dilo Memo Mem Ebasî û Ebasî Hoy hoy hoy Memo Kurtekî ser kirasî Jaro dilo Memo Kurtekî ser kirasî Hoy hoy hoy Memo Dayiko rebî û nenasî Jaro dilo Memo Dayiko rebî û nenasî Hoy hoy hoy Memo Serim gîha perasî Jaro dilo Memo Serim gîha perasî

3.Hoy Hoy Esmer
Hoy hoy esmer Can can dîlber Roj hilat şewqê lê da
Hoy hoy esmer Can can dîlber Roj hilat şewqê lê da Hoy hoy esmer Can can dîlber Leşkerên zalim tê da
Hoy hoy esmer Can can dîlber Leşkerên zalim tê da

Hoy hoy esmer Can can dîlber Roj hilat şewqê lê da
Hoy hoy esmer Can can dîlber Roj hilat şewqê lê da

Nîşe: Li gor xwendina stranbêjên Hunergeha Welat in. Min yên erebî negirtin. Lînka vîdeoyê ev e:
https://www.youtube.com/watch?v=AjwTGFz4tgM

28 Mayıs 2020 Perşembe

Her Toy qisey eşqim - هەرتۆی قسەی عیشقم

Beyadî | Bi Yadê | به‌ یادی Her eminim, ew kesey jînî bo to dawe Hez le kes nakem ta takû dunya mawe Her toy qisey îşqim, tuxwa memxe lawe Tuxwa memxe lawe, cergim sûtawe   Her toy qisey îşqim, be dil detperistim Her etoy tekiyegahî, şî'ir û helbestim Be yadî dû çawit, be xuday bê mey mestim Be xuday bê mey mestim, toy qisey îşqim Kurdî(Soranî) سۆرانی ; ‎هەر ئەمنم ئەو کەسەی ژینی بۆ تۆ داوە ‎حەز لە کەس ناکەم تا تاکوو دونیا ماوه ‎هەر تۆی قسەی عیشقم، توخوا مەمخە لاوە ‎توخوا مەمخە لاوە، جەرگم سووتاوە   ‎هەر تۆی قسەی عیشقم، بەدڵ دەتپەرستم ‎هەر ئەتۆی تەکیەگاهی، شیعر و هەڵبەستم ‎بەیادی دوو چاوت، بەخودای بێ مەی مەستم ‎بەخودای بێ مەی مەستم، تۆی قسەی عیشقم Kurdî(Kurmancî); Tênê ezim ewê ku jîna xwe dide te Kesekî din nabijêrim, heta dawiya dinê tenê tu yî çîroka evînê min, tixudê min mexe alî cergê min di şewitî   Tenê tu yî çîroka evîna min, bi dil te diperstim Tenê tu yî bingeha şiir û helbesta min Bi yadê çavên te, bi bê mey ez mest bu me Tu yî çîroka evînê min Türkçe Anlamı,Çevirisi; bir tek sana hayatını veren benim, başka kimseyi seçmem dünyanın sonuna kadar, sadece sen benim aşk hikayemsin, allah aşkına beni bir kenara atma, ciğerim yanıyor. sadece sen benim aşk hikayemsin, sensiz kalpsizim, bir tek sen benim şiirlerimin merkezindesin, senin gözlerine bakarken mest olurum, sen benim aşk hikayemsin

9 Aralık 2019 Pazartesi

XAÇIRÊK - Mem ARARAT

Evîn xaçirêkek teng e li Botan Keziyek e, difire li vî wara Dile min bû kevokeke li Gabarê Xwezî zimanê rê heba û bigota Kî û kê pişta xwe sipart van zinara Ev evîn wê min jî bibe goristanê Konê penaberiyê li pişta min û te heval Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can Dayîk êdî çiya ye, çiyayê bi dar. Ew rêça ku dirêj dibe li Nisêbînê Tasek ava sipî vexwar ji dil û can Xwedê zane ev ewr ewê bi ser me de bigirî Xwezî basikê min heba û biçûma Min deste xwe dirêj kira heta tavê Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê.



22 Eylül 2019 Pazar

GELO EW KÎ BÛ? - ARAM TÎGRAN

Yek daket ji birca belek Horî perî çav belek Keziyê reş porê xelek Me hijmetkar kir gelek Gelo bê ka ew kî bû Nebe yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ew Serhedî bû Na Welleh Batmanî bû Şox û şeng hat binaz e Bi evîn û dilxwaz e Bûye teyreke baz e Nizanim çi dixwaz e Gelo bê ka ew kî bû Nebe yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ew Serhedî bû Na Welleh Batmanî bû Şox û şenga ku min dî Çav xezala bi kedî Kofî xwara Serhedî Kuda çû kes wê nedî Gelo bê ka ew kî bû Nebe yeke Botî bû Yan yeke Amedî bû Yan jî ew Serhedî bû Na Welleh Batmanî bû

20 Eylül 2019 Cuma

Raperîn - Çi bikim

Min di xwest ku dilê xwe Şa kim bi hatina te Lê tu ne hatî îro Ez mame tenê Wek kulekî di hundirê min da Pê de, pê de mezin dibe Oh çi bikim Nikarim te ji bîr bikim Sibê, êvar, şev, nivê şevê Wez vemirî tu di hişê min da Oh çi bikim Nikarim te ji bîr bikim Na nebêje, nebêje Bila çavê min di rê de Bila evîn di dilê min da be Ezê tim li benda wî bibim Heya dawîya emrê xwe Na derew e, derew e, derew e Na nebêje derew e, derew e Kekê min tu car namire Wî soz dayê min ewê bifire Hildêm rojê ezê bigêm wî Dizanim ew li tavê ye Na derew e, derew e, derew e Wek kulekî di hundirê min da Pê de, pê de mezin dibe Oh çi bikim Nikarim te ji bîr bikim

20 Haziran 2019 Perşembe

Li Qamişlo - Koma Zelal

Sitranın sözleri “Ferhadê Îçmo” ya beste “Baha Şêxo” ya aittir. Koma Zelal’ın güzel yorumlaması halka inmiş geniş bir kitleye ulaşmıştır. Sitranın sözleri ve Türkçe çevirisi şöyledir.

ji mir gotin li qamişlo
dîlbera te mest û gêj e
li ser êşa vê dîlberê
yek şîretê kes nabêje

gotin bûk e, lê biçûk e
çîroka wê pir dirêj e
destê nojdar brîndar e
bin nenûka tev qirêj e

ji mir gotin li amedê
dîlbera te pir dinale
di çavê min ji hêsra re
şev û rojê sor peyal e

gotin bûk e, lê biçûk e
çîroka wê pir dirêj e
destê nojdar brîndar e
bin nenûka tev qirêj e


https://www.youtube.com/watch?v=4ZegeoSNJTw

Türkçe Çevirisi

bana dediler ki, kamışlı'da
dilberin hastadır.
bu dilberin hastalığı üzerine
kimse bir çare diyemiyor

dediler ki gelindir, küçüktür
hikayesi çok uzundur
doktorun elinde yaralıdır
kirli tırnakların altındadır

bana dediler ki diyarbakır'da
dilberin feryatlardadır
gözlerimde gözyaşlarım
gecede gündüzde kızıl bir pınardır

dediler ki gelindir, küçüktür
hikayesi çok uzundur
doktorun elinde yaralıdır
kirli tırnakların altındadır..

Bir:Birçok yerde şarkı sözü ve Türkçe çevirisinde hatalar yapılmış. Sebeplerinden biri koma zelalın seslendirmedeki vurguları olsa da muazzam seslendirmeleri eleştirilere kalkan oluyor. Diğer sebepler şunlardır Kürtçeyi sadece günlük hayatta kullanıp yazım, imla konusunda yetersiz eğitim görmüş çevirinin önemini kavrayamamış  değerli bazı arkadaşlarımızın bu konuda yardımcı olma çabaları.. maalesef hatalı ve biraz da komik sonuçların doğmasına sebep oluyorlar. Değerli arkadaşlar bunlar Kürtçe için “anlıyorum ama konuşamıyorum” lugatlı yığın kişiliklerin varlığında bu arkadaşlarımız cidden çok değerliler.. konuya dönersek; birçok yerde stranın sözleri ve Türkçe çevirisinin hatalı olması bu konuda beni araştırmaya sevketmiştir.

https://www.youtube.com/watch?v=4ZegeoSNJTw

ROJA DAYIKAN

 Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.