Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.
Gotinên Stranan (Şarkı Sözleri)
Ez dixwazim gotinên stranan, bi taybetî jî ên kurdî bi we re parve bikim. Nîşe: Êdî hûn dikarin di bloga min de li bihayên zêran û bihayên diravên biyanî binihêrin, herwiha hûn dikarin diravên biyanî dagerînin hevdû jî. Lê bi tirkî ne. Not:Artık blogumda altın ve döviz fiyatlarına bakabilirsiniz. Aynı zamanda yabancı paraları birbirine çevirebilirsiniz.
13 Mayıs 2024 Pazartesi
5 Mart 2024 Salı
WEY EZ BI QURBANA KURMANCIYA TE BIM
Hefteyeke berê, roja şemîyê em çûbûn Dîyarbekirê. Piştî min otomobîla xwe park kir em daketin û bi meşê çûn Xana Hesen Paşayî. Xan qederê deh deqeyan dûrî cihê parkê bû.
Di rê de, li ber marketeke mezin(zincîr market bû, navê wê ne lazim e) zilamekî 'emrê wî li dora şêst salî wan rûnê nivîşkî difirot. Hema min jî wek hertim bi Kurmancî pirsî:
-Xalo rûnê te bi çiqasî ye?
Xalo jî wekî ji zû de ye Kurmancî nebihîstiye, bi hesreta xeberdaneke bi zimanê xwe ye, bi rûyekî bi ken û ji dil got:
-Wey ez bi qurbana Kurmancîya te bim!
22 Ocak 2024 Pazartesi
Kan Madena Sidq û Sefa
Kan madena sidq û Sefa?
Kan etaya cûd û sexa?
Behra kerem kanê wefa?
Kanê Muhemmed Mistefa?
Kanê gelo şahê letîf?
Kan qameta şubhê elîf?
Mesken di nêv rewda şerîf?
Kanê Muhemmed Mistefa?
Kanê gelo şahê Ereb?
Kan hakimê esl û neseb?
Mucîz ji bo pirr bûn eceb?
Kanê Muhemmed Mistefa?
Mucîz ji bo pirr bûn gelek
Heftê asîman hem neh felek
Xadim ji bo wî bûn gellek
Kanê Muhemmed Mistefa?
Xadim ji bo wî Cebraîl
Mensûx kirin Tewrat û Încîl
Mesken ji bo wî selsebîl
Kanê Muhemmed Mistefa?
Bi wehy û xwandin lamekan
Telîm di Fûrqanê heman
Bê herf û elfaz û ziman
Kanê Muhemmed Mistefa?
~ Melayê Bateyî ~
7 Mayıs 2023 Pazar
KISA SAP BAĞLAMA AKORT AYARI
Kısa sap bağlama akort ayarı sırasıyla şu şekilde olmalıdır:
Üst tel: B3
Orta tel: A3
Alt tel: E4
Bu ayar aşağıda linkini vereceğim programa göre yapılıyor. En alt telleri yukarıdaki gibi ayarladıktan sonra diğer telleri de alttakiyle aynı sesi çıkaracak şekilde ayarlamamız gerekiyor.
Program linki: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.bork.dsp.datuna
24 Nisan 2023 Pazartesi
GOTINÊN STRANA MIN DÎT QÎZEK NAZIK ÇARDE SALÎ ŞARKI SÖZLERİ - RIZA MISTEFAZADE
Min dît qîzek nazik çardeh salî
Hewşa mala bavê xwe dimalî
Min dît qîzek nazik çardeh salî
Hewşa mala bavê xwe dimalî
Wê gavê çavê min (li) bejna wê ket
Wê demê ez dibûme sewdalî
Wê gavê çavê min (li) bejna wê ket
Wê demê ez dibûme sewdalî
Yar min dît û gel birê mêvanan
Yar stêrk e maye li ezmanan
Yar min dît û gel birê mêvanan
Yar stêrk e maye li ezmanan
Milê wê tenik davey dikene
Wê rûniştî gel mazûvanan
Min dît qîzek nazik çardeh salî
Hewşa mala bavê xwe dimalî
Min dît qîzek nazik çardeh salî
Hewşa mala bavê xwe dimalî
Wê gavê çavê min (li) bejna wê ket
Wê demê ez dibûme sewdalî
Wê gavê çavê min (li) bejna wê ket
Wê demê ez dibûme sewdalî
Bes e yarê min jî nexapîne
Tu bêbextê cergê min bihelîne
Sê biskê zer tu ji min ra werîne
Şev û rojan ber te min bixemlîne
Min dît qîzek nazik çardeh salî
Hewşa mala bavê xwe dimalî
Min dît qîzek nazik çardeh salî
Hewşa mala bavê xwe dimalî
Wê gavê çavê min (li) bejna wê ket
Wê demê ez dibûme sewdalî
Wê gavê çavê min (li) bejna wê ket
Wê demê ez dibûme sewdalî
Min dît cana min ji avê tînin
Ba jî biskên zer li hev dixînin
Gava çavê min li bejna wê ketî
Aqil diçe sewda qet namîne
Min dît qîzek nazik çardeh salî
Hewşa mala bavê xwe dimalî
Min dît qîzek nazik çardeh salî
Hewşa mala bavê xwe dimalî
Wê gavê çavê min (li) bejna wê ket
Wê demê ez dibûme sewdalî
Wê gavê çavê min (li) bejna wê ket
Wê demê ez dibûme sewdalî
26 Mart 2023 Pazar
Gotinên Pêşiyan Kürtçe Atasözleri
Kar çek e, di bin çengê xwe ke, li ku qewimî veke.(14.12.2020- Dayika min)
Mirin dîkê spî ye, li ber deriyê herkesî ye.(04.01.2021-Dêya min)
Serê hat birrînê li dinyayê nayê kirrînê. (27.02.2021 - Mêrdîn, şivanekî Şirnexî.)
Nikare bi kerê, dibeze kurtên.( 1.4.2021-mûrad çelîk)
Rahme li Eyşê û Fatmayê, şiştin anîn dinyayê.(15.05.2021-Girê Izêr, dêya min)
Şor bû, şorbe nebû. (21.06.2021-Abûzer çalişkan, alîkarê midurê halk egitima Rişmil)
Adarê, berfê dayê heya guliya darê, nema heya êvarê(04.03.2022 - dêya min)
Rasto bi rastî xwaro jî bi stûyê şikestî.(15.05.2022-bavê min)
Girara piran nakele (14 ocak 2023 - bavê min)
Xewa mirîyan tê, xewa birçîyan nayê.(25.01.2023-Dotmam Nedret)
Mala mêra kanîya zêra.
Gîyayê hewşê tehl e.
Sal bi sal xwezî bi par.
Eger ne fenn e ev çi benn e?
Ro bi ro xwezî bi do.
Sîyê dara nîskê(ez dibêjim qey divê lîstikê be) zaroka. (ji bo dinyayê tê gotin)
Qam qama mêşê, deng dengê gamêşê.
Dawet daweta mîran, agir ketîye feqîran.
18 Mart 2023 Cumartesi
JIN Û MÊR
ROJA DAYIKAN
Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.
-
Gotinên Sitranê | Şarkı Sözleri ve Türkçe Anlamı Heysa çavê te me Heyrana dilê te me Bêriya kenê te me Her dem benda te me were Ez l...
-
Serayêêêê! Lê lê muhibê! Bila li me nehata sira sibê, Bîna bayê gulann… Ez ji te re sond bixwim bi ser me de guregur eee… Xizêma pozê Ser...
-
Burhan Toprak - Ziravê Zirav heyrana te me Qurbana çavên te me Te ez kuşt im helandim Aşiqê kenê te me Zirav zirav ziravê Cerr...
-
Rojekê mal derketim w'ez çûme dikana jorî(2) Kiçkek hat ber min borî zor ciwan bû wekî horî(2) Hat li min nerawesta min silav kir her...
-
Îşev Şevka Baranê - Saîd Yûsif Îşev şevka baranê lê Mi divê'z bêm û bêm û bêm Îşev şevka baranê lê Mi divê'z bêm û newêrim Cîk...
-
Ew çi dil e sîngê te da yara min, Wek zaroka ez gêrandim yara min, Dubare Te rihêm halê min nekir yara min, Hindê ...