music etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
music etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

2 Nisan 2020 Perşembe

Delalê- Şivan Perwer


Li kolanên bajarê Ewropa
Li keçek Kurd rast hatim
Bê xwedî digeriya
Bi dil germê pêrgî min hat
Xuya bû li çara serê xwe digeriya

Min go delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bêxwedî bêmalê
Çi digerî

Delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bêxwedî bêmalê
Çi digerî

Go lo lo birao
Em bi ber zilma bayê reş ketin
Îro bi welatê dûriyê ve derketin
Hîn weke min bi hezara hene
Bêkar û sermîyan
Li welatê xerîbiyê şermeze ketin

Min go delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bêxwedî bêmalê
Ma ez kanî çi bikim

Delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bê xwedî bê malê
Ez jî nizanim çi bikim
Delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bêxwedî bêmalê
Ka bêje ez çi bikim

Dîsa go lo lo keko
Beleheq negotine
Welatê mirova şêrîntir e
Ger hindikî azadî hebûya
Birçîbûna welatê me
Ji têrbûna welatê xelkê birûmettir e.

Min got delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bêxwedî bêmalê
Welatê me rûmeta me ye
...

19 Aralık 2019 Perşembe

Nêrgiz - Gelêrî

Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, Nêrgizê narê ciwanê, Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, sorgulê bêrîvanê, Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, sorgulê bêrîvanê... Nêrgiza serê çiya, Nêrgizê narê ciwanê, Delal û berf û giya, sorgulê bêrîvanê, Nêrgiza serê çiya, Nêrgizê narê ciwanê, Delal û berf û giya, sorgulê bêrîvanê... Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, Nêrgizê narê ciwanê, Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, sorgulê bêrîvanê, Hey Nêrgiz Nêrgiz Nêrgiz, sorgulê bêrîvanê... Nêrgiza kofî berfîn, Nêrgizê narê ciwanê, Me dil agir û evîn, sorgulê bêrîvanê. Nêrgiza kofî berfîn, Nêrgizê narê ciwanê, Me dil agir û evîn, sorgulê bêrîvanê...

20 Eylül 2019 Cuma

Şivan Perwer - Dilgeşê can

Ez dilgeşê can im. Ji dozê re ez Şivan im. Saza'm ne kevnar e. Ez hîne yê bê zar im. Ez dilgeşê can im. Dengbêj im tembûrvan im. Leşker im şoreşvan im. Roja cengê ez şervan im. Bi vî rengê nûjen. Dil bi şadî devken. Li xan û eywanan. Dixwînim xweş xwanan. Li cem dost û hevalan Dixwînim xweş xwanan Ez dilgeşê can im. Dengbêj im tembûrvan im. Leşker im şoreşvan im. Roja cengê ez şervan im. Roj û şevên şadî. Wê bikin Kurd û Madî. Kes nabe êdî Cegerxwîn. Gişkê bêjin çi xweş e evîn. Gişkê bêjin çi xweş e jîn.

21 Haziran 2019 Cuma

Erol Berxwedan - Delala dilê min yarê (Nû 2018)

Gotinên Stranê - Şarkı Sözleri

Yara min ketiye xewê
Wey lê lê yarê yarê
Bejna wê stêrka şevê
Delala dilê min yarê

Wek ava çem û kanî
Wey lê lê yarê yarê
Keyf û eşqa vî canê
Delala dilê min yarê

Wez zêra bihelînim
Wey lê lê yarê yarê
Gerdenê dor bigerînim
Delala dilê min yarê

Desmala desta nîn e
Wey lê lê yarê yarê
Bi xwe ra bigerînim
Delala dilê min yarê

Bi zêran ne neqişîne
Wey lê lê yarê yarê
Ber çavê min feyde nîn e
Delala dilê min yarê

Ji min ra nebên şerm e
Wey lê lê yarê yarê
Heskiriya dilê min e
Delala dilê min yarê

Li bin stranên xwe bi zimanê xwe şîrovekin ..

20 Haziran 2019 Perşembe

Li Qamişlo - Koma Zelal

Sitranın sözleri “Ferhadê Îçmo” ya beste “Baha Şêxo” ya aittir. Koma Zelal’ın güzel yorumlaması halka inmiş geniş bir kitleye ulaşmıştır. Sitranın sözleri ve Türkçe çevirisi şöyledir.

ji mir gotin li qamişlo
dîlbera te mest û gêj e
li ser êşa vê dîlberê
yek şîretê kes nabêje

gotin bûk e, lê biçûk e
çîroka wê pir dirêj e
destê nojdar brîndar e
bin nenûka tev qirêj e

ji mir gotin li amedê
dîlbera te pir dinale
di çavê min ji hêsra re
şev û rojê sor peyal e

gotin bûk e, lê biçûk e
çîroka wê pir dirêj e
destê nojdar brîndar e
bin nenûka tev qirêj e


https://www.youtube.com/watch?v=4ZegeoSNJTw

Türkçe Çevirisi

bana dediler ki, kamışlı'da
dilberin hastadır.
bu dilberin hastalığı üzerine
kimse bir çare diyemiyor

dediler ki gelindir, küçüktür
hikayesi çok uzundur
doktorun elinde yaralıdır
kirli tırnakların altındadır

bana dediler ki diyarbakır'da
dilberin feryatlardadır
gözlerimde gözyaşlarım
gecede gündüzde kızıl bir pınardır

dediler ki gelindir, küçüktür
hikayesi çok uzundur
doktorun elinde yaralıdır
kirli tırnakların altındadır..

Bir:Birçok yerde şarkı sözü ve Türkçe çevirisinde hatalar yapılmış. Sebeplerinden biri koma zelalın seslendirmedeki vurguları olsa da muazzam seslendirmeleri eleştirilere kalkan oluyor. Diğer sebepler şunlardır Kürtçeyi sadece günlük hayatta kullanıp yazım, imla konusunda yetersiz eğitim görmüş çevirinin önemini kavrayamamış  değerli bazı arkadaşlarımızın bu konuda yardımcı olma çabaları.. maalesef hatalı ve biraz da komik sonuçların doğmasına sebep oluyorlar. Değerli arkadaşlar bunlar Kürtçe için “anlıyorum ama konuşamıyorum” lugatlı yığın kişiliklerin varlığında bu arkadaşlarımız cidden çok değerliler.. konuya dönersek; birçok yerde stranın sözleri ve Türkçe çevirisinin hatalı olması bu konuda beni araştırmaya sevketmiştir.

https://www.youtube.com/watch?v=4ZegeoSNJTw

Adem Tepe - Ezim stranek bê sazim

Gotinên Stranê

Çi evînek giran e
Bête halêm wêran e
Gava ez te nebînim
Nava dilêm talan e

Ez im stranek bê saz im
Ez im helbestek bê nav im
Dixwazim bi te re kal bim
Ez ji te ra tu ji min re lazim

Lê de were ez bête me
Çi bikim aşixê te me
Hêsirê çava tê bîra min
Weke wan muhtacê te me

Ez im stranek bê saz im
Ez im helbestek bê nav im
Dixwazim bi te re kal bim
Ez ji te ra tu ji min re lazim

Gotin û muzîk: mûdî strançêk

li bin stranên xwe bi zimanê xwe şîrovekin ..

14 Mayıs 2019 Salı

Burhan Toprak - Ziravê

Burhan Toprak - Ziravê

Zirav heyrana te me
Qurbana çavên te me
Te ez kuşt im helandim
Aşiqê kenê te me

Zirav zirav ziravê
Cerrê xwe girt çû avê
Ez heyran canima te
Agir ket mala bavê

Çavê xwe kil kiriye
Biskê xwe şeh kiriye
Zirav tê xwe dihejîne
Ezîza vî dilî ye

Zirav zirav ziravê
Cerrê xwe girt çû avê
Ez heyran canima te
Agir ket mala bavê

Narînê kubarê ziravê
Porê reş e li navê
Devê derîyê me dar e
Were min re birevê

Zirav zirav ziravê
Cerrê xwe girt çû avê
Ez heyran canima te
Agir ket mala bavê






ROJA DAYIKAN

 Ji bo roja dayikan kurtevideoyek.